YNK dijî tûndûtîjî û kûrkirina nakokiyan e
2022-11-27 21:01     133 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Balyozê Komara Îslamî a Îranê yê li İraqê civiyan
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Balyozê Komara Îslamî a İranê yê li İraqê Kazim El Sadiq, îro (27-11-2022), li Mala Mam li Bexdadê civiyan.
Di civînê de rewşa siyasî, eger û pêşkevtinên dawiyê yên di qada siyasî a İraqê de rû didin hatin nirxandin. Serxistina proseya siyasî li welêt û pêşkêşkirina xizmetguzariyê di warên cûrbicûr de giranbuha hat zanîn.
Serok Bafil Celal Talebanî, helwest û xemgîniya YNKê derbarê bombebaranên vê dawiyê yên Îranê bo ser xaka Herêma Kurdistanê, gîhand bi Balyozê Îranê û got: “Bi armancgirtina hemwelatiyan û çendbarebûna êrişan hevîna dilgiraniya me ye. Divê pirsgirêk bi rêya gotûbêjê bên çareserkirin û em bi hemû awayekî dijî tûndûtîjî û kûrkirina nakokiyan in”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir