Hemahengiya serbazî û îstîxbaratî ya nêvbera Hêzên Heftê û Hêzên İraqê tê pêşxistin

  2022-11-27 22:05      37 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî li Bexdadê pêşwazî li Wefda Bilind a Hêzên Heftê kir

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (27-11-2022), li Bexdadê li Mala Mam, pêşwazî li wefda bilind ya Hêzên Heftê kir ku Serokê Desteya Erkanê Hêzên Heftê lîwa rûkin Omer Salih serokatiya wê dikir û wefda pê re ji Fermandarê Hêzên Piştivanî yê Du lîwa rûkin Merîwan Mihemed û rêveberê giştî yê Dezgeha Dijeterorê Wehab Helebceyî û cîgirê fermandariya Hêzên Komando ya Kurdistanê Diyar Omer pêk hatibû.
Di civînê de lîwa rûkin Omer Salih, ronahî xist ser armanca serdan û civînên xwe yên ligel wezaretên berevanî û nêvxwe yên İraqê, Serokerkanê Artêşa İraqê û Serokê Dezgeha Dijeterorê İraqê û behsa wan plan û biryarên nû kir ku bi armanca parastina îstîkrara welêt hatine dayîn. 
Omer Salih, ragihand ku di hemû astekî de teqez li ser pêşxistin û berfirehkirina hemahengiyê kirine û rêkevtin li ser çend xalekî hatiye kirin ji bo xurtkirina têkoşîna dijî terorê û çespandina serweriya yasayê li Herêma Kurdistan û İraqê”.
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî piştî ku guh li armanca serdana Wefda Bilind a Hêzên Heftê girt; di axavta xwe de rola Wefda Bilind a Hezên Heftê giranbuha nirxand û serinc kişand li ser giringî û hewceyiya wan hewlan ku ji bo parastina aştî û aramiyê ye. 
Serokê YNKê, got: “Parastina jiyana hemwelatiyan û îstîkrara asayîşa devere girêdayî westiyan û hewlên we yên ji bo rûbirûbûna teror û yasabinpêkeran. Jiber vê jî erkê we ye hilgirê vê berpirsyariya mezin bin”.
“Berfirehkirina hemahengiyan di warê serbazî û îstîxbaratî yê nêvbera we û hêzên İraqê de xalekî giring ya pêkanîna vê armanca bilinde ku dabînkirina jiyanekî aram û îstîkrarê ji bo xelkê me li xwe digre”.
Puknow
MMS  

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî