Armanca YNKê karê bihevreyî û hewldane ji bo parastina îstîkrar û siberojekî pirşingdar
2022-11-28 19:52     29 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê û Serokê Tevgera Hîkme rewşa siyasî nirxandin
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm, îro (28-11-2022), li Bexdadê hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de guherînên siyasî, hewlên serxistina projeya çaksazî û piştgiriya aliyên siyasî ji bo cîbicîkirina programa hikûmetê hatin nirxandin.
Herdu aliyan, teqez li ser ser yekxistina hewlan kirin ji bo durustkirina kodengiya niştimanî bi armanca çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê û parastina mafên Gelê Kurd di çarçoveya destûrê de.
Serok Bafil Celal Talebanî, xemxweriya YNKê ji bo tebayî û yekhelwestiya nêvbera aliyan giranbuha nirxand û got: “Armanca me karê bihevreyî û hewldane ji bo parastina îstîkrar û siberojekî pirşingdar. Ew bername jî ku me pêşkêş kiriye û xalên wê di programa hikûmetê de cîh digrin ji bo bidestxistina ew armancên bilinde ku ji pêşkêşkirina xizmetguzarî û rûbirûbûna gendelî, yeksanî û berevanîkirin li mafên me hemuyan de pêk tê”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir