Pêşkevtinên dawiyê li ser astê niştimanî, herêmî û nêvdewletî hatin nirxandin
2022-11-29 12:56     112 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hevpeymaniya Birêveberîna Dewletê li Mala Mam li Bexdadê civiya
Hevpeymaniya Birêveberîna Dewletê, dûhî (28-11-2022), li Bexdadê li Mala Mam, bi mêvandariya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî civiya.
Di civînê de serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ku Serokwezîrê İraqê Mihemeda Şiya Sûdanî û Serokê Parlemantoya İraqê Mihemed Helbûsî jî amade bûn; gotûbêj li ser guherînên di qada niştimanî, herêmî û nêvdewletî de hatkirin.
Hevpeymaniya Îderaya Dewletê aşkere kir ku gotûbêj û civîn di astê bilind de di rojevê de ye ji bo rêgirtina binpêkirina serweriya İraqê ji aliyê her aliyekî derekî ve û teqez kir ku İraq karê ciddî dike ji bo rêgirtin li bikaranîna xaka xwe wek serçaveyekî ji bo têkdana aramiya dewletên cîran.
Di civînê de biryar hat dayîn ku hikûmeta nû a İraqê kursiyên vala yên wezaretan pir bike û herdû wezîrên jînge û avadankirinê destnîşan bike.
Hevpeymaniya Îdareya Dewletê, guh li raportekî berfireh ya derbarê hilbijartinên Encumena Parezgehan û parlementoyê de girt û di warê yasayî û teknîkî de gotûbêj li ser hûrgiliyên herdu yasayê kirin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir