Projeyekî niştimanî a Kurd dê xizmeta bihêzkirina qewareya Herêma Kurdistanê bike

  2022-12-05 19:16      38 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Serkonsolê Fransayê Olivier Decottignies

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (05-12-2022), li Silêmanî, pêşwazî li Serkonsolê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser guherînên dawîn yên siyasî û civîna bilind ya nêvbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya li havîngeha Dukanê û civîna nêvbera hêz û aliyên siyasî yên İraqê ya li Mala Mal li Bexdadê hatkirin.
Di civînê de xurtkirina peywendiyan û berdewamiya gotûbêjên niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêngavên ber bi îstîkrar û tebayiya nêvbera aliyan giranbuha hatnirxandin. 
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî derbarê rewşa Herêma Kurdistan û civîna Havîngeha Dukanê de got: "Civîn selmênerê wê rastiyê bû ku em di ev qonaxa hestiyar de bi yekrîzî û tebayiya nêvbera nêv Mala Kurd û hilgirtina berpirsyariyê re ne. Baweriya YNK ya temam bi hevpariya rastîn heye; em dixwazin bi hêzên Kurd re bigihêjin projeyekî niştimanî ya hevbeş ji bo birêvebirin û xizmetkirina xelkê xwe ku ev jî dê xizmeta bihêzkirina qewareya Herêma Kurdistanê bike".
Serok Bafil Celal Talebanî derbarê civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de serinc kişand ser erêniyên civînê û wiha axivî: "Civîn gavekî giring bû ber bi çareserkirina arîşeyên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê û pirsgirêkên din yên siyasî yên İraqê ve. Bi dilxweşî, me ew armanc li Mala Mam pêk anî û gîhiştin wê encamê ku gotûbêj û peyman li ser bingeha destûrê bênkirin".
"Di civînê de teqez li ser piştgiriya hêz û aliyan hatkirin ji bo serxistin û cîbicîkirina karnameya hikûmeta nû, çespandina dadwerî û têkoşîna dijî gendeliyê. Biryar jî hatdayîn ku berdewamiya civîna hebe bi armanca serxistina proseya siyasî û pêkanîna armancên bilind".
puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî