YNK nikare piştgiriya siyasetekî netendurust bike
2022-12-07 20:03     64 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî û Balyozê Japona Matsumoto Futoş civiyan
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (07-12-2022), li Silêmanî li Dabaşan, ligel Balyozê Japona yê li İraqê Matsumoto Futoş civiya.
Di civînê de gotûbêj li ser pêşkevtinên siyasî hatkirin û xurtkirina peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistan û Japonyayê di çarçoveya berjewendiyên bilind yên herdu aliyan de giranbuha hatnirxandin
Jiyana civakê û nebûna hikumraniyekî tendurist li Herêma Kurdistanê mijarekî din a civînê bû; Serok Bafil Celal Talebanî serinc kişand ser helwestê YNKê û got: “Em nikarin piştgiriya wê siyaseta netendurist bikin ku hikûmet peyrew dike. Hemû paye hatine kontrolkirin û jiyana xelkê me li ber metirsiya hikûmetekê de ye ku cûdakarî di nêvbera bajaran de têkirin. Jiber vê yekê em û aliyên din yên siyasî yên hemhelwest yên Herêma Kurdistanê dijî vê yekê radiwestin û derbarê wê de biryarên pêwîst didin”.
Serokê YNKê di beşekî din axavta xwe de behsa gavên cîbicîkirina karnameya hikûmeta nû a İraqê kir û teqez li ser hemahengiya nêvbera aliyan kir wek fakterekî giring ji bo serxistina bernameya çaksazî û pêkhatina îstîkrarê li welêt.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir