Hevditina keça ji Kobanê û Mîsî dibe filmekî dokumantarî
2017-12-16 12:30     655 Car hatiye dîtin      Şîrove
Nûjîn Mistefa
Keça Kurd Nûjîn Mistefa ku ji Kobanê ye û bûye sembola keçên penaber yê Rojavayê Kurdistanê, çavê wê bi yarîzanên gokê yên Yaneya Barselonayê Beliyonêl Mîsî û stêrkên din yên wê tîmê, ket.
Tima Barselonê, biryar da wek diyariya serê sala nû, wê hevdîtîn û peywendiyê bike filmekî dokumantarî û paşê li welat bi weşîn e.
Nûjîn Mistefa keçekî xwediyê pêdiviyên taybete û ji Kobanê ye, li ser vexwandina yaneya Barselonaa serdana baregehe taybet yê wê yaneyê kir li Herêma Katalonya li Îspanya. Yaneya Barselana pasek taybet ji veguhestina we, ji Îspanyayê şand bo Almanya.
Nûjîn Mistefa li wir, Mîsî û stêrkên din yê wê yaneyê û jimareyek lîstîkvanên dêrîn dît û foto û dimenên vîdyoyî tomar kir.
Nûjîn, beşdarî di çend civîn û konferansên navdewletî de kiriye; herwiha bi hevkariya nivîskarekî Brîtanî, pirtûkêk li ser jiyana xwe nivîsandiye û ew pirtûk bi heşt ziman hatiye çapkirin.





puknow
Babetên zêdetir