Şanaz Îbrahîm Ehmed piştgiriyê didê bi durustkirina Platforma Jinan a Kurdistanê
2022-12-14 19:44     34 Car hatiye dîtin      Şîrove
Şanaz Îbrahîm Ehmed pêşwaziya wefdeka jinan a Bakûrê Kurdistanê kir
Xanima yekem a İraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed, îro (14-12-2022), li Silêmanî, pêşwazî li wefda Platforma Yekîtiya Jinan a Kurd ya Bakûrê Kurdistanê kir ku Nûran Îmîr serokatiya wê dikir.
Di hevdîtinê de teqez li ser giringiya karê bihevreyiyê û têkoşîna hevpar ya jinan li ser arîşeyên cûrbicûr yên jinan û civakê hatkirin, daku peywendiyên jinan li ser astê Kurdistanê bê pêşxistin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed, piştî ku guh li fikir û plana wefdê girt ji bo pêkanîna sîvan û platformekî giştî a jinan li ser astê Kurdistanê, piştgiriya xwe nîşan da û çendîn pêşniyar û nerîn xwe ji bo serxistina wî karî anî zimên û teqez kir ku pêwîste wek jinên Kurd yekdeng bin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed, serinc kişand ser wan gav û hewlên xwe ku bi berdewamî kar li ser kiriye ji bo bihêztirbûna pêgeh, rol û yekgirtiyiya jinan.
Wefda mevan ku ji çalakvan, akademîsyen û parlemantarên jin yên Bakûrê Kurdistanê pêk hatibû; dan zanîn ku pêwîste jin li deverên cûda cûda ji siyaset û têkoşîna yekûdu haydar bin û çalakiyên hevbeş bikin bi armanca yekgirtin û rawestana dijî astengiyan.
Wefda mêvan, raman, program û pişgiriya Şanaz Îbrahîm Ehmed giranbuha nirxandin û wek jineka serkirde ya naskirî û jinekî bi bandor û jêhatî di Civaka Kurd de binav kirin ku dikare rola xwe di çareserkirina pirsgirêkên cûda cûda de di xizmeta berjewendiyên jinan û netewî de bigerîn e.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir