Şanaz Îbrahîm Ehmed Cejna Rojiyê li Êzdiyan pîroz dike
2022-12-15 22:34     44 Car hatiye dîtin      Şîrove
Xanima yekem a İraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed Cejna Rojiya Êzî li Êzdiyan pîroz dike
Ez bi germî Cejna Rojiyê li hemû xuşk û birayên xwe yên Êzdî yên li Kurdistan, İraq û Cîhanê pîroz dikim.
Mixabin, ev cejn hat, lê heta niha zêdetir ji sê hezar xuşk û daykên me jiber jenosîda terorîstên DAIŞê ku heşt sal beriya niha encam dane, bê serûşûn in. Herwisa, zêdetir ji 200 hezar ji xelkê mê yê Şengalê li kampên koçberiyê de jiyanê biser dibin. Hêviya me ewe di salên bê de em bihhevre li Şengala berxwedêr merasîma vê cejnê bigêrînin û xelkê me yê li kampan dijîn vegerin.
Divê em hemû kar ji bo wê rojê bikin û dixwazin ev cejn bibe hevîna xêr û xweşî û aştiyê û xurtkirina bihevrejiyanê li Kurdistan û İraqê.
Dubare cejna we pîroz be.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir