“Akam Omer bi temenekî kem û jêhatîbûnekî zêde destanek tomar kir”
2023-01-21 22:49     72 Car hatiye dîtin      Şîrove
Peyama Serokê YNKê ji bo çileyê Şehîd Akam Omer
Çil roj beriya niha, fermandarê qehreman, pêşmergeyekî çavnetirs, bira û rêhevalekî me yê şîrin çû rîza şehîdan û soza xwe beramber xak û xelkê xwe bicîh anî ku ev jî akarê herdem yê pêşmerge û fermandarên têkoşer yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bûye û dê wiha be.
Tiştê ku Akam Omer di şerê dijî terorê û parastina xaka Kurdistanê de kir, pir ji wê zêdetir û mezintir bû ku jê dihat çavêrêkirin. Akam Omer bi temenekî kurt û jehatîbûnekî zêde destanekî tomar kir ku heta hetayî di bîranînên me de dê zindî bimîne û bi şanazî dê di dirokê de bê nivîsandin.
Em soza xwe ji bo ruhê Şehîd Akam û hemû hevçeperên wî dubare dikin ku em xebat û rencên wî fermandarê xwe jibîr nakin û emê berdewamiyê pê bidin; em Kurdistanê wek çavê xwe diparêzin û emê Hêza Komando a Kurdistanê ku berhemê hewl û têkoşîna wî birayê me bû, mezintir û xurtir bikin.
Slav li ruhê Şehîd Akam Omer û tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê re.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir