Projeyasaya budceya federal û rêkarên rêgirtin li bilindbûna buhayê guhertina diravê hate nirxand in
2023-01-23 23:38     103 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bi amadebûna Serokê YNKê Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê civiya
Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, roja Duşemê (23-01-2023), li Bexdadê li baregeha Nûrî Malîkî, bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî civiya.
Di civînê de guherînên dawi yên siyasî, ewlehî û ew rêkarên vê dawiyê yên hikûmet peyrew dike ji bo rêgirtin li bilindbûna buhayê guhertina dirave, hate nirxand in.
Serokwezîrê İraqê Mihemed Şiya Sûdanî di axavta xwe de bi berfirehî ronahî xist ser rêçareyên hikûmetê ku cîbicî dike ji bo kemkirina bandora bilindbûna buhayê guhertina dirave li ser çîna hejar û nedar. Herwiha, serinc kişand ser wan guhertinên di hinek postên hikûmî de encam daye jiber vê pirsgirêk ê.
Di civînê de gotûbêj li ser wan projeyasayan jî hate kirin ku pêwîste ji Parlemantoya İraqê derbaz bibe ku ya herî diyar projeyasaya budceya federale û projeyasayên peywendîdar bi jiyan û debara hemwelatiyan e.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir