Bafil Celal Talebanî, hewl û fedekariya hêzên niştimanî ji bo parastina jiyana hemwelatiyan girunbuha zanî

  2023-01-24 22:07      80 Car hatiye dîtin        Şîrove
Berfirehkirina hemahengiya hêzên ewlehiyê fakterekî giringe ji bo parastina ewlehiyê

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Berevaniya İraqê Sabit Mihemed Seîd Ebas, îro (24-01-2023), li Bexdadê li Mala Mam civiyan. 
Di civînê de rewşa ewlehiya welêt, navçeyên qutkirî, têkoşîna dijî terorê û çalakkirina jorên hevbeş yên serbazî hatin nirxand in. Berfirehkirina hemahengiya serbazî û îstîxbaratî ji bo parastina îstîkrarê giranbuha hate zanîn. 
Serokê YNKê, hewl û fedekariya hêzên niştimanî ji bo parastina jiyana hemwelatiyan girunbahu zanî û ragihand; berdewamî û berfirehkirina hemahengiya nêvbera herdu aliyan, fakterekî giring ya parastina aramiyê ye û dikarin rê li her meramekî bigrin ku dixwazin îstîkrara welêt têk bidin. 
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî