Politburayên YNKê û PDKê rewşa siyasî û mijarên di rojevê de nirxand in
2023-01-28 16:58     109 Car hatiye dîtin      Şîrove
Danezana hevbeş ya encamê civîna nêvbera polîtburoyên YNKê û PDKê
Danezana hevpar ya civîna herdu polîtburoyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).
Bi armanca gotûbêjkirina aşkere li ser tev wan mijarên peywendiyêh wan bi rewşa siyasî a Herêma Kurdistanê û danûstana nerînan û helwestên li ser çendîn mijarên îroyî; wefdên bilind yên herdu polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (28-01-2023), li Silêmanî li baregeha polîtburoya YNKê civiyan.
Rewşa giştî, hevkêşên nêvxweyî û navçeyî, nerîn û têbîniyên herdu aliyan li ser mijarên cûda cûda, pêywendîdar bi rêkevtinên berê yên herdu aliyan hatin nirxand in.
Di dawiyê de herdu alî rêkevtin ku di derfetekî nêzîk de civînekî din a hevbeş lidar bixin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
28-01-2023
Babetên zêdetir