“Divê em waneyên rastbêjî, dilsozî û wefedariyê ji Kak Aram fêr bibin”
2023-01-31 16:44     53 Car hatiye dîtin      Şîrove
45 sal bi ser şehîdbûna serkirde Kak Aram re derbaz dibe
Îro 45 sal bi ser şehîdbûna şasûwarê rêya kurdayetî û hêviya rojên bêhevî re derbaz dibe.
Kak Aram mînakekî giranbuha û ronahiya dîroka xebata me a şoreşgerî û rewşenbîriyê ye; sembola dilsozî û wefadariyê ye ji bo xaka Kurdistanê.
Ew serkirdeyek bû ber bi rûhekî bilind yê şoreşgeriyê û paşxanekî fikrî yê dewlemend, di qonaxa herî dijwar a kurdayetiyê de bi gij bêhêvîtiyê ve diçû û çirîskê şoreşê di dilê karker û rencderan de gur dikir.
Divê em vegerin ser hizra Kak Aram û jiyan û wefata wî ya şerefmendiyê. Divê, em waneyên rastbêjî, dilsozî û wefadariyê ji Kak Aram fer bibin û rêya wî winda nekin. Divê, em parêzvanê wê xakê bin ku xwîna geş ya Kak Aram ê serkirde û raber ji bo wê rijiya ye.
Slav li ruhê Kak Aram û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.
Serokê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir