Serokê YNKê û Sekreterê Partiya Kominîst a İraqê civiyan

  2023-02-01 20:33      41 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî û Raîd Fehmî rewşa giştî a welêt nirxand in

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Kominîst a İraqê Raîd Fehmî, îro (01-02-2023), li Bexdadê hevdîtinek pêk anî n.  
Herdu aliyan, rewşa giştî a welêt, yekxistina hewlên niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina îstîkrara deverê nirxand in. 
Pêşxistina peywendiyên nêvbera herdu aiyan ji bo pêk anîna armancên bilind giranbuha hate zanîn.
Sekreterê Partiya Kominîst a İraqê, rola Serok Mam Celal di herifandina dîktatoriyê û avakirina İraqa nû de giranbuha nirxand û ragihand; pêwîstî bi wê siyaseta hekîmane heye ku Serok Mam Celal peyrew dikir û di xizmeta berjewendiya giştî de bû. 
Raîd Fehmî, got: “Îro jî Serok Bafil Celal Talebanî wê siyasetê peyrew dike û rolekî bandor di komkirina nerînên cûda de û avêtina pêngavên ber bi îstîkrara İraqê ve digerîne”.
Serokê YNKê jî di axavta xwe de helwestê dîrokî yê Partiya Kominîst derbarê mafên Gelê Kurd de hêja zanî û hêvî xwest ev tebayî û hevreyî berdewam be. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî