Birayetî û bihevreyî faktera parastina îstîkrarê û çareserkirina arîşeyan e
2023-02-01 22:48     40 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bafil Celal Talebanî û Eyad Ellawî pêbendbûn bi destûrê giranbuha zanîn
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Ellawî, îro (01-02-2023), li Bexdadê hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de pêşkevtinên siyasî, cîbicîkirina programa hikûmetê û peywendiyên Herêma Kurdistan – Bexdadê hatin nirxand in; berdewamiya gotûbêj û pêbendbûn bi destûrê giranbuha hate zanîn.
Serok Bafil di axavta xwe de serinc kişand ser rola hêzên şoreşger yên İraqê di piştgirîkirina mafên Gelê Kurd de û got: “Birayetî û bihevreyiya me, faktera parastina îstîkrarê û çareserkirina arîşeyên heta niha nehatine çareserkirin e. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgiriya her hewlekî dike ku armanc jê çareseriya yekcarî ya pirsgirêkan û pêk anîna siberojekî aram û îstîkrarê be”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir