“Hemû hewlên YNKê ji bo çespandina yasa û dadperweriya civakî ye”

  2023-02-02 14:25      32 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil, Musena Sameraî û Reyyan Kildanî li Bexdadê civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Sameraî  û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlonê Reyyan Kildanî, duhî (01-02-2023), li Bexdadê civiyan. 
Di civînê de peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê hate nirxand in. Durustkirina kodengiya niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêngavên bi arasteya tebayî û bihevreyiya welêt, giranbuha hate zanîn. 
Di civînê de teqez li piştgirîdan bi hikûmeta nû û hewlên kirdariyê hate kirin ji bo çespandina yasa, têkoşîna dijî gendeliyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyê. Daxwaz ji hemû aliyekî hate kirin bi giyanê berpirsyariyê serederiyê ligel rewşê bikin û welêt ber bi îstîkrarê ve araste bikin.
Serok Bafil, serinc kişand ser hewlên YNKê û siyaseta partiya xwe ku armanc jê çareserkirina arîşeyan û avakirina siberojekî geştire û got: “Hemû hewlên me ji bo çespandina yasa û dadperweriya civakî ye. Armanca me pêşkêşkirina xizmetêye bi xelkê me yê xweşdivî ye. Vegera ji bo destûrê û lihevtêgîhîştina hevpar ji bo pêk anîna ew armancên bilind  fakterên sereke ne. 
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî