Armanca YNKê vegarandin û bihêzkirina baweriya nêvbera hêzên siyasî ye

  2023-02-02 21:27      53 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Balyozê Fransa yê li Bexdadê Eric Chevall civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (02-02-2023), li Bexdadê, pêşwazî li Balyozê Fransa yê li İraqê Eric Chevall kir. 
Di hevdîtinê de guherînên dawiyê, pêşkevtinên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û İraqê hatin nirxandin; Yekxistina hewlan ji bo rizgarbûn bi ser astengiyan û zalbûnê bi ser arîşeyan de girîng hate zanîn.
Serok Bafil di axavta xwe de serinc kişand ser gavên siyasî yên YNKê ji bo avakirina siberojekî bi îstîkrar û got: “Pêwîstiya welêt bi kodengî û yekrîziyê heye ji bo zalbûn bi ser pirsgirêkan de; armanca me vegarandin û bihêzkirina baweriya nêvbera hêzên siyasî ye, da ku em hemû bihevre welêt ber bi siberojekî aram û îstîkrarê ve bibin”.
Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên nêvbera herdu aliyan giranbuha hate zanîn. Derbarê vê mijarê de Bafil Celal Talebanî, wiha axivî: “Franse hevparekî serekî yê Herêma Kurdistanê û İraqê ye. Daxwaz dikim, peywendiyên hene li ser bingeha parastina berjewendiyên giştî bê berfirehkirin û rolekî bandortir bigerînin ji bo pêşveçûna Herêma Kurdistanê û İraqê”.
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî