Giyanê Serhildana Mezin dê her zindî be û cîwanên kurdperwer parêzvanê we ne
2023-03-04 21:16     114 Car hatiye dîtin      Şîrove
Danezana Polîtburoya YNKê ji bo 32. salroja bîranîna Serhildana 1991 ê
Îro (05-03-2023) 32 sal bi ser serhildana gelê me ya dijî zilm û zordariya dîktatoriya Rejîma Beasê re derbaz dibe.
Ji derbazeya Raperînê ber bi zemawenda Silêmanî û kavilbûna qelaya zulmê li Hewlêra dêrîn û nehiştina Artêşa Beasê li Duhoka delal, heta taca serhildanan Newroza rizgariya Kerkûkê; bi dehan bajar û bajarokên Kurdistanê bi xwîna bi dehan şehîd û renca bi dehan hezar serhildêran hatin azadkirin
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)) bi şanaziyek mezin 32 sale xwedantiyê li raberartiya serhildanê û parêzvaniyê li peyam û armancên wê yên pîroz dike ji bo geşkirina destkevtên azadî, demokrasî û hikumraniyekî rast û durust; ji bo vê armanca pîroz jî qurbanî daye û amadeye ji bo fedekariyên zêdetir jî.
Îro 32 sale neslên Serhidanê bi saya Kurdistana azad pêdigihêjin û bi giyanê peyama “serhildan dijî zilm û dîktatoriyê”çavên wan li siberojekî geş û asoyekî hêjatir a jiyan û debarê ye. Sal bi dîv salê, neslekî nû tê nêv karwana jiyana siyasî û giştî; nerînekî wan ya nû ji bo Kurdistanê û rastkirina ezmûna hikumraniya welêt heye. Heqê wan jî heye bi hizra rexnegirî û xemxweriyê, peyama caran a Serhildanê bi xwast û îradeya nû a xwe pîşan bidin. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan bi giyanê herdem zindî a Serhildanê û ji bo parastina destkevtên 32 saliya azadî û demokrasiyê, deriyê xwe ji bo hemû hêzên siyasî yên welêt vekirî hiştiye; ji bo aştiyekî serbilindane û dadperwerane jî berê xwe daye keç û kurên kurdperwer, da ku bihevre xwedantiyê li peyama herdem a nûbûna Serhildanê bikin û bihevre bi xebata demokratîk û sivîl û hilbijartinê, xwasta cîhêkarî û meylê paşekişiyê ji azadî û demokrasiyê têk bidin.
Evana daxwazên rewa yên kurdperwerî yên sedsala bist û yekê ne, pêbendbûn û rêzgirtine jî li xebata bidehan salan ya gelê me û şehîdên serfiraz yên karwana dûrûdirêj a şoreş û serhildanan.
Pîroz be bîranîna Serhildanê û nemirî ji bo şehîdên serfiraz.
Pîroz be li keç û kurên Kurdistanî ku îro serkêşiya xebata demokrasî û medenî dikin ji bo jiyanekî hêja û bi rûmet.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Puknow
MMS
Babetên zêdetir