“Heftemîn Dîdara Silêmanî” arîşeyên Herêma Kurdistan û İraqê dinirxîn e
2023-03-15 14:27     98 Car hatiye dîtin      Şîrove
“Heftemîn Dîdara Silêmanî” gotûbêjê li ser pirsgirêkên giring yên herêmî yên cîhanê dike
“Heftemîn Dîdara Silêmanî”, îro (15-03-2023), li bajarê Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkayê, bi beşdariya kesayetiyên giring yên siyasî, rojnamenivîs, çalakvanên civakên sivîl, bîrmend, pispor, zana û biryarbidestên Rojhilata Navîn û Cîhanê destpêkir.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokwezîrê İraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokkomarê berê yê İraqê Berhem Ehmed Salîh, nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî a li İraqê (NY) Cênîn Blasxart jî beşdarî Dîdara Silêmanî dikin.
“Heftemîn Dîdara Silêmanî” ku dê du rojan bidame, ji aliyê Peymangea Lêkolînên Herêmî û Nêvdewletî (IRIS) ve tê birêvebirin.
Di dîdarê de gotûbêj li ser pirsgirêkên herî diyar yên herêmî yên Cîhanê bên kirin û nerînên îroyî û ew xalên cîhê nakokiyanê dê bên rojev ê.
Heftemîn Dîdara Silêmanî, kar û çalakiyên xwe di jêr navnîşana “Paş 20 salan, İraq û Rojilata Navîn li nêvendên pirsgirêkên cîhanî yê nû de” birêve diçe.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir