Kosret Resûl Elî serdana Hêro Îbrahîm Ehmed kir
2023-03-19 20:59     143 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî û endama Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Hêro Îbraîm Ehmed
Serokê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî, îro (19-03-2023), li Silêmanî li Dabaşan, serdana endama Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Hêro Îbraîm Ehmed kir.
Kosret Resûl Elî di dema serdana xwe de dilxweşiya bi başbûna tenduristiya Hêro Îbrahîm Ehmed anî zimên û hêviya sax û selametî û tenduristiyek baş ji bo wê xwest. Herwiha, pîrozbahiya bîranînên Reperîn û Cejna Newrozê ku du bîranînên giring yên niştimanî û neteweyî ne lê kir.
Di beşekî din axavta xwe de Kosret Resûl Elî, rola Hêro Xan wek jinekî Pêşmerge, têkoşer û qehreman giranbuha nirxand ku di xebatên çiyê û bajêr de rolekî bibandor gerandiye û piştevaneka bihêz ya Serok Mam Celal û pêşmergeyên Şoreşa Nû bû ye.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir