Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî pîrozbahiyê li hemû misilmanan dike
2023-03-22 21:34     207 Car hatiye dîtin      Şîrove
Bihevre bi hizra Kurdane û niştimanî kar ji bo îstîkrara Kurdistan û jiyana hemwelatiyên xwe bikin
Hatina Heyva Remezana pîroz li hemû misilmanên Cîhanê, İraqê û Gelê Kurdistanê pîroz dikim.
Hêvîdarim Remezana pîroz bibe hevîna xêr û xweşiyê ji bo Kurdistana me ya xweşdivî. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim dua û îbadeta hemû aliyekî qebûl bike.
Hêvîdarim, em hemû bihevre bi hizra Kurdane û niştimanî kar ji bo îstîkrara Kurdistan û jiyana hemwelatiyên xwe bikin û siberojekî pirşingdar ava bikin.
Serokê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir