Hemû hewlên YNKê ji bo pêkanîna jiyanekî bi îstîkrar û çareserkirina pirsgirêkan e

  2023-03-31 21:04      232 Car hatiye dîtin        Şîrove
Di çarçoveya destûrê de divê mafê hemû aliyan parastî be

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî, îro (31-03-2023) li Bexdadê hevdîtinek pêk anîn. 
Herdu aliyan, gotûbêj li ser guherînên siyasî û çareserkirina pirsgirêkên nêvbera Hewlêr û Bexdadê kirin û teqez li ser destpêka qonaxekî nû a siyasî kirin bi awayekî ku mafê hemû aliyan parastî bin û destûr bingeha karkirinê be. 
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de xemxweriya xwe ji bo gîhîştin bi encamekî erênî anî zimên û got: “Derbazbûn ji vê rewşê û pêkanîna jiyanekî bi îstîkrar, erkê mê yê pêşiyê ye û hemû hewlên me ji bo wê armacê ye”.
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî