Qubad Talebanî, êrişkirina ser Balafirxaneya Nêvdewletî a Silêmanî bi dijwarî şermezar dike
2023-04-07 23:06     87 Car hatiye dîtin      Şîrove
Qubad Talebanî bi daxuyaniyek nivîskî, êrîşkirina ser Balafirxaneya Silêmanî şermezar kir
Em bi dijwarî êrişkirina ser Balafirxaneya Nêvdewletî a Silêmanî şermezar dikin. Bi armanckirina balafirxaneya sivîl, tenê ne binpêkirina serweriya İraqê ye, herwiha rewşekî metirsîdare li ser giyanê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.
Di heman demê de em ji bo hemwelatiyên Kurdistanê zelal dikin ku Cotyar Adil ne peyivdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, tenê nûneratiya partiyekê dike di nêv hikûmetê de û bi çi awayekî nikarê bi navê hemû hikûmetê biaxive û beyannameya dawî jî şermezar dikin.
Qubad Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir