Xwepîşandana Kerkûkê bersivekî giring bû dijî siyaseta “bibeasîkirin û bierebkirin ê”
2023-05-07 22:01     73 Car hatiye dîtin      Şîrove
Rijdiya YNKê û yekdengiya Kurd, berpirs û serkirdeyên Beasê neçar kir sere xwe beramber daxwazên Gelê Kurd bitewîn in
Çil û yek sal beriya niha, ji bo nîşandana hevsozî û piştgirikirina xwepîşandanên 24ê Nîsanê yê bajarê Qeladizê û bajarên din yên Kurdistanê û wek bersivdanekê ji bo dijderketina bi siyaseta “bibeasîkirin û bierebkirin ê” ku dijî Gelê Kurd dihat peyrewkirin; girseya kurdperwer yê bajarê Kerkûkê bi gotina diruşmên neteweyî û niştimanî, siyaseta asîmîlasyonê li nêv dilê dîktaroriyê de wek îlhambexşekê ji bo xurtkirina xebatê, xwepişandenekî girseyî lidarxist.
Li bajarê Kerkûkê û derdorê ku hêzên serkutker yên Rejîma Beasê bi salan bû hemû karînên xwe xistbûn ger bi armanca nehiştina hestê kurdayetî û şoreşgeriyê; lê vê xwepêşandanê xof xist dilê hêzên Beasê û jiber vê jî êrîşî ser girseyê kirin û bidehan kes şehîd bûn û bidehan kes birîndar ketin û bisedan kes jî hatin destbisergirtin.
Encamê wan xwêpîşandanên li bajarên Kurdistanê û bi taybatî li Kerkûkê, rijdiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û yekdengiya Kurd bû di heyamekî de ku Rejîma Beasê di astê herî bilind yê dagirkarî û xwesepêniyê de bû. Lê çîn û texên Civaka Kurdistanê bi wêrekiyekî polayî, waneyekî berxwedêriyê di wê qonaxa xebatê de pêşkêş kir. Bersiva nepejirandinê yê şoreşgeriyê da bi siyaseta asîmilasyon û têkdana bingeha demografiyê û milê berpirs û serkirdeyên Rejîma Beasê çemandin beramber çendîn daxwazên girseya xwepîşander.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Puknow
MMS
Babetên zêdetir