YNK û PDK hevrane ku bilez gavên yasayî û siyasî ji bo lidaristina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê bên avêtin

  2023-05-16 14:24      95 Car hatiye dîtin        Şîrove
Daxuyaniya nivîskî ya herdu polîtburoyên YNKê û PDKê

Paş destpêşxeriya birêz Mesûd Barzanî ku roja 11ê Gulanê 2023 di merasîma vekirina Muzexaneya Niştimanî a Barzanî de anî rojevê; herdu polîtburoyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro (16-05-2023), li Silêmanî civiyan. 
Di destpêka civînê de herdu aliyan ligel giranbuha nirxandina despêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ku di dema pêwîst de anî rojevê; hevra bûn ku bihevre ligel aliyên din yên rêzdar gavên kirdar bên avêtin ji bo praktîzekirina wê destpêşxeriyê, rêkxistina nêv mala Kurd û  vekirina rûpelekî nû ji bo hemû peywendiyan. 
Herdu polîtburoyên PDKê û YNKê, civîna Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê erênî nirxandin ji bo pesendkirina projeya rêkxistina darayî ku projeya tev aliyên pêkhênerê Kabîneya Neheme û herdu polîtburoyan pîştgiriya temam lê dikin. 
Herdu alî xemxwer û hevra bûn li ser bihêzkirina statuya destûrî a Herêma kurdistanê û bilêz avêtîna gavên yasayî û siyasî ji bo lidaristina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê, îsal di dema diyarkirî de. 
Herdu alî dixwazin ku hemû alî hevkar bin ji bo berdewamîdan bi atmosfera birayetî, karê bihevreyî û nehiştina dirzên raborî ye. 
Herdu aliyan biryar da wek yek tîm kar bikin û hejmarek civînên din jî bên sazkirin ji bo pêkanîna atmosferekî guncaw di warê yasayî û siyasî de bi armanca lidarxistina hilbijartin û nehiştina ew astengiyên li deverê. 
Puknow
MMS

 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî