"Aliyen siyasî bihevre dê bikaribin gavên baştir biavêjin"

  2023-05-16 23:00      213 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê bi rêya Navenda Peywendiyê dê ji daxwaz û pirsgirêkên hemwelatiyan haydar be

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (16-05-2023) li Silêmanî, pirsyarên rojnamevanan bersivand. 
Serokê YNKê bi rêya Navendeke Peywendiyê dê guh li daxwaz û pirsgirêkên welatiyan bigre
Serok Bafil Celal Talebanî, ragihand ku Navenda Peywendiyê ji bo gihandina peyam û daxwazên îdarî û hizbî li Silêmaniyê tê vekirin û bi rêya vê navendê bi bê cudahî dê guh li daxwaz û peyamên hemwelatiyan bigrin, bidîvçûnê li ser pirsgirêk û daxwazên wan bikin û hewlê çareserkirinê bidin.
Serokê YNKê da zanîn ku armanca damezrandina Navenda Peywendiyê, rasterast encamdana diyolêgê û haydarbûnê ji daxwaz û pirsgirêkên welatiyan e û hemû hemwelatî dê bi hesanî bikaribin peywendiyê bikin.  
Serok Bafil Celal Talebanî, got: “Navenda Peywendiyê, bêcûdahiya reng û nerînê dê peywendiyên hemû welatiyan werbigir e. Her welatiyekî ku daxwaz û pirsgirêkekî îdarî û hizbî hebe, dikare têkiliyê bi bi navendê re bike û peyama xwe rabigihîne, da ku em karê hewce li ser bikin”.
Hilbijartin dê bê kirin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di bersiva rojnamevanekî de derbarê proseya hilbijartinan de wiha axivî: “Hinek pirsgirêk ji bo pêkanîna vê piroseyê hene, lê hilbijartin dê bê kirin û divê pirsgirêk bên çareserkirin”.
Civata Wezîran gavekî giring avêtî ye
Serok YNKê derbarê civîna dawî a Civata Wezîran li ser rêkxistina îdarî û darayî de daxuyand; Kabîneya Nehemîn pêngaveke biwêrek avêtiye û kariye ber bi arasteyekî din ve gavê biaveje ku pêşkêşkirina xizmetê bi bêcûdahî û pêş hemûyan dayîna mûçeyan li xwe digre û got: “Ev pêşketin cîhê destxweşiyê ye û em piştgiriyê lê dikin û aliyên din jî hevhelwestin bi me re.”
Destpêşxeriya Serokê PDKê erênî ye
Derbarê destpêşxeriya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ya ji bo vekirina qonaxeke nû di navbera aliyên siyasî de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wiha got; “Em bi vê destpêşxeriyê kêfxweşin û her me çaverê wê dikir. Ez spasiya wî dikim ku çendîn caran rewşa tendirustiya min jî pirsî ye”.
Aliyen siyasî bihevre dê bikaribin gavên baştir biavêjin
“Karê me hemuyan e rewşa Herêma Kurdistanê baştir bikin. Ez di wê baweriyê de me, her ku aliyên siyasî lihev nêzîktir bibin dê bikaribin gavên baştir ji bo xizmetkirina welatiyan li Herême Kurdistan, İraq û Rojhilata Navîn biavêjin.’’
Hevdîtina Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî geşbînî bexşî ye
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, aşkere jî kir;  ew ji hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî geşbîn bûne û got: “Raste dibe ku nêrînên me yên cuda hebin, lê îro ez ji duhî geşbîntir im ku em bihevre berbi pêşve biçin”.
Puknow
MMS

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî