“YNK ji bo rêkevtinekî nû û yekgirtinê bi Tevgera Goran re amade ye"
2023-05-19 23:38     233 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê destegula rêz û wefayê danî ser gora Newşîrwan Mistefa
Di salroja wefata Newşîrwan Mistefa de ku yek hevalên têkoşer yên desteya demezrêner yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û rêhavalê Serok Mam Celal bû, serê rêz û wefayê li ber dîroka wî ya pak diçemîn im û ez vê roja pir ji xemgiyê giranbuha dinirxîn im.
Kek Newşîrwanê bîrmend, siyasetmederê kurdewariyê û serkirdeyê Şoreşa Nû bû di hizra nû, rewşengerî, werekî û rîçeşikênê karîzmaya rêkxistiniyê de ku di hemû qonaxên xebata kurdayetiyê de rola lîderiyê digerand û beşekî giring yê serxistina xebata çekdarî yê gelê me bû.
Ez dixwazim vê yekê bêjim; Kek Newşîrwan bav bû, tenê ne ji bo zarên xwe, belku ji bo praniya Xelkê Kurdistanê bav bû.
Îro ji hemû rojan zêdetir ez dixwazim ji bo Tevgera Goran biaxvim; dema çiyayek mezin wek Kek Newşîrwan, dîrok û nasnameya we be, hest bi hêviyê dikim û hêviyek heye ji bo siberoj ê. Wate, ev dê bibe palner ji bo gavên mezintir.
Dema bavev wek Kek Newşîrwan ku çiyayek bû ji wêrekiyê, li beramber bahozê çiyayek bû ji dilniyayiyê û sîbera wî aramî dibexşî, di hizrê jî de hêvî dida; bêguman jidestdana wî janbexş e. Lê, palnere ji bo berdewamî yê.
Ez ji êşa bê bavî ji bo neviyên wî û Tevgera Goran fêm dikim, çunkî ez û Kek Qubad ji wê êşê re derbaz bûn e.
Hêvîdarim, Tevgera Goran û YNK ew çiya bin ji bo milletê me. Çunkî hemû kes vê yekê dizanin û sedî sed rastiye ku projeya dawî û gavên siyasî yên jiyana wan; Serok Mam Celal û Kek Newşîrwan gellek jihev nêzîk bûn, heta astê yekgirtine û gavên mezin jî avêtin e.
Ez vê bîranînê bi derfet dizanim, da ku bi hemû aliyekî rabigihînim; YNK amadeye, gavê ji bo berbi rêkevtinekî nû û yekgirtinê bi Tevgera Goran re biavêj e.
Çi gumanekî min tuneye ku em dikarin armanc û xewnên Mam û Kek Newşîrwan pêk bînin û bihevre temam bikin.
Ev jî rêya durust a xebat û gîhîştine bi armancên neteweyî û Kurdistanî yê.
Hezar slav li giyanê pak yê Kek Newşîrwan û hemû têkoşer û şehîdên rêya rizgarî yê.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir