Serok Bafil Celal Talebanî bi rêya Hêla Kesk guh li gilî û gazinên xelkê digre
2023-05-21 17:12     225 Car hatiye dîtin      Şîrove
Hêla Kesk dest bi kar û çalakiyên xwe kir
Hela Kesk (Green Line) ku ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve hate damezrandin û duhî (20-05-2023) dest bi kar û çalakiyên xwe kir.
Hemwelatî li Herêma Kurdistan, İraq û derveyî welêt bi rêya Hêla Kesk, dikarin serinc, pêşniyar, rexne, gilî û gazinên xwe yên derbarê karûbarên rêkxistinî yên YNKê yan hikûmetê de bigihînin.
Hêla Kesk dilniyayiyê dide bi hemwelatiyan, her daxwazek peywendîdar be bi karûbarên hizbî, ji aliyê tîmekî taybet yê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve dê bidîvçûn li ser bêkirin û kar li ser gilî û pêşniyaran bêkirin. Hemû serinc û pêşniyarên ku peywendîdarin bi hukîmetê ve, wek rasparde dê pêşkêş bi Tîma YNKê a di hikûmetê de bê kirin û ji bo her dosyeyekî dê bersivadenekî pêwîst hebe.
Hêla Kesk dê guhgirtinekî berdewam yê Serok Bafil Celal Talebanî û xelkê xweşdivî yê Kurdistanê be. Hemû dengên cûda dê bi rêveberên hizbî û hikumî bên ragihandin û dê di xizmeta hemû çîn û tebeqeyên cûda cûda de be. Bibê guhdan, ser bi çi partiyekî siyasiye, baweriya wî a olî çiye û ser bi kîjan neteweyê ye, hemû serinc dê bên wergirtin û kar li ser bêkirin.
Hemwelatî dikarin ji demjimêr 08:00ê heta 24:00ê bi rêya vê jimareyê (0535979) peywendiyê bike.
Nivsîngeha Rojnamevanî ya
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî
Puknow
MMS
Babetên zêdetir