“Atmosferekî guncaw ji bo gîhîştin bi rêkevtina niştimanî hatiye rojev ê”
2023-05-21 22:16     111 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê û Balyozê Japonya yê li İraqê hevdîtinek pêk anîn
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (21-05-2023), li Silêmanî, pêşwaziya Balyozê Japonya yê li İraqê Futoshi Matsumoto kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşkevtin û guherînên siyasî yên li Herêma Kurdistan û İraqê hate kirin. Lihevtêgîhîştin û diyaloga berdewam ya nêvbera aliyên siyasî bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û zalbûna bi ser astengiyan ve giranbuha hate nirxand in.
Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de helwestê YNKê li ser yekxistina helwlên niştimanî ji bo çareserkirina arîşeyên Herêma Kurdistanê û mijara hilbijartinê anî zimên û wiha axivî:
“Atmosferekî guncaw ji bo gîhîştin bi lihevkirin û rêkevtina niştimanî hatiye rojev ê. Hemû hewlên me jî ji bo gîhîştinêye bi encamên erênî û zêdetir pêşkêşkirina xizmetê ji hemwelatiyan re”.
“Gotûbêjên li ser birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê didomin. Em hêvîdarin, bilez rêkevtin li ser wan xalên nakokî li serin bêkirin û hilbijartinekî zelal di dema xwe de bê lidarxistin”.
Di hevdîtinê de bihêzkirina jêrxana aborî a Herêma Kurdistanê û xurtkirina peywendiyên aborî û siyasî yên nêvbera herdu aliyan jî hatin nirxand in.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir