Her pirojeyasayek rehenda xwe ya niştimanî hebe, nabe takrewî têde bêkirin û pêwîste ligor piranî û kêmiyê serederî pê rê neyêkirin

  2023-05-23 16:38      178 Car hatiye dîtin        Şîrove
Beyannameya Polîtburoya YNKê derbarê rûniştina duhî a Parlemantoya Kurdistanê de

Beyannameya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo raya giştî û dostên tecrubeya demokrasiya gelê me!
Ji destpêka derketina tengasiya siyasî û serneketina lihevhatina niştimanî li ser pirsa demokrasî û rêkarên yasayî, niştimanî û guncaw ji bo hilbijartinên siberojê yê Parlemantoya Kurdistanê; YNK bi giyanê xemxwerî bi armanca çareserî û destpêşxeriya berpirsane, bang li hemû aliyekî kir ku bihevre li ser sererestkirina yasaya hilbijartinê û rêkarên çalakkirina Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartin û Rapirsiyê, gotûbêjên avaker bênkirin ku têde bingeha hilbijartinekî zelal û demokratîk liber çavan bêgirtin. Bi vê armancê amade bû ji bo hemû cûrekî rêkevtina niştimanî ku vê tengasiya demokrasiyê lipaş xwe bihêlin û bihevre mizgîniya hilbijartin û nûkirina tecrubeya xwe bi Gelê Kurdistan û hemû pêkhateyên wê û dostên xwe li Cîhanê bidin. 
YNK bi bêhnfirehî û îradeya lihevhatinê, hetta ji neçarî li ser dirêjkirina temenê parlemantoyê razî bû; ev jî bi armanca derfetdanê bû bi rêkevtinê li ser bingeha ew yasa û pirsgirêkên rehendên wan yên niştimanî heye û lihevkirina hemû aliyan pêwîst e.
Hetta paş civîna roja 21-05-2023yê ya nêvbera polîtburoyên YNKê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), teqez li ser wê yekê hatekirin ku herdu alî û hemû fraksiyon bihevre li ser sererastkirina yasaya hilbijartin û aktîfkirina komisyona hilbijartinê lihevbikin. Jibilî wê di civînên YNKê û PDKê de bi giştî teqez li ser wê hatiyekirin; hevterîb ev herdû mijar bihevre bên yekalîkirin û biryara niştimanî li ser bê dayîn ji bo atmosfera erênî ya destpêşxeriyan û jîngeha civînan neyên şêwandin ku gelê me û dostên wê gellek hêviyan jê dikin. 
Lê mixabin, Fraksiyona PDKê hemû wan pirensîpan binpê kir û bi hevkariya sekreteriya parlemantoyê bi yekaliyane û takrewiyane, xala xwe ya napeyrewiyê kir nêv programa civîna îro (22-05-2023) a parlemantoyê bi bê agahdarkirina beriya 24 demjimêran û bi bê rêzgirtin li rêkevtin, destpêşxerî û hemû rencên lihevtêgîhîştin ê.
Ew gavên îro yên PDKê hemû napeyrewî û takrewane ne, çunkî: 
Yekem:
Berê, partî û aliyên siyasî yên di qada siyasî a Herêma Kurdistanê de rêkevtine li ser wê yeke ku her pirojeyasayek rehenda xwe ya niştimanî hebe, nabe takrewî têde bêkirin û pêwîste ligor piranî û kêmiyê serederî pê rê neyêkirin. Berevajî divê rêkevtina niştimanî li ser her projeyasayekî bi wî cûrî hebe; her ji nivîsandina reşnivîsa projeyê bigre heta cîbicîkirina wê jî divê bîrûraya hêz û aliyên siyasî di programa karê parlemantayê, gotûbêjkirin, pesendkirin, vederxistin û cîbicîkirina wê de bê wergirtin. 
Duyem:
Dij bi Maddeya 48 benda we a 4em “ji bo zêdekirina her mijarekê pêwîste beriya 24 demjimêran ji rûniştinê daxwaz bêkirin”; lê Fraksiyona PDKê bi rêya Cîgirê Seroka Parelmantoyê û Sekretera Parlemantoyê bi bê razîtiya Seroka Parlemantoyê, çalakkirina Komisyona Hilbijartinê wek xalekî zêdekirî dixin bernameya karê rûniştina roja Duşemiyê (22-05-2023) a parlemantoyê. Ev jî gavekî takrewiye û dûre ji hemû wan bingeh û pirensîpên peywendiya wan bi karê bihevreyî û niştimaniyê ve heye.
Sêyem:
Dijî bi Maddeya 18ê ku taybete bi deshilatên Serokê Parlemantoyê, di birgeha 3yem de “vekirina rûniştinên parlemantoyê, dawîpêanîn û paşvexistin di deshilata taybet ya Serokê Parlemantoyê de ye”. Ev biryara îro a Seroka Parlemantoyê jî di îmzenekirina zêdekirina xala aktîfkirina Komisyona Hilbijartinê de ji bo bernameya kar û dawîpêanîn bi rûniştina parlemantoyê, bi armanca pêkanîna kodengiya niştimanî ye derbarê pirsên giring û hestiyar yên jiyana siyasî û hikumranî Herêma Kurdistanê de. Lew, ev biryar jibilî giringiya xwe ya siyasî, di çarçoveya taybetmendiya deshilatên Seroka  Parlemantoyê xwe de ye ku peyrewa navxwe a parlemantoyê pêbexşî ye. 
       Jiber vê, her civînekî parlemanterên PDKê paş kotayîanînê bi rûniştina resmî ji aliyê Seroka Parlemantoyê ve, çi buhayekî xwe ya yasayî tunne û karekî temam ya napeyrewiye. Çunkî Seroka Parlemantoyê rûniştin bi vekirî bicîh nehiştiye, da ku cîgira we berdewamiyê pê bide.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi nerîngeha dayîna derfetê bi rêketinê û li ser bingeha nîşandana îradeya xwe a demokratîk û dadxwaziya xwe, wek herdem bi behnfirehî û liserxweyiya xwe israrê li ser hilbijartinekî azad û zelal dike ku îradeya Kurdistan û hemû pêkhateyan lixwe bigre. Lew bi armanca vê daxwaza demokratîk rê bi çi karekî nerewa û nehêja bi tecrubeya gelê xwe nade.
Di dawiyê de em dixwazin bînin bîra hemû aliyekî ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan, ne ew hêze ku xwesepêniyê qebûl bike û teslîmî îradeya aliyekî din bibe. Berevajî, amadeye ji bo Gelê Kurdistan û lidarxistina hilbijartinekî paqij û zelal ku bersivdana xwastên hemû hêz û aliyên siyasî, Civaka Kurdistanê û hemû qurbaniyan be. 
                                                                                                     Polîtburoya 
                                                                                Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
                                                                                                 22ê Gulanê 2023
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî