Fraksiyona YNKê rê li pêşiya karekî yasaşikêniyê girt û îradeya gel biser xist û şikoya parlemantoyê parast

  2023-05-24 00:32      119 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî rol û jîriya Fraksiyona YNKê giranbuha dinirxîne

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, duhî (23ê Gulanê 2023), li Silêmaniyê, pêşwaziya Seroka Parlemantoya Herêma Kurdistanê Rewaz Fayeq û endamên Fraksiyona YNKê a li Parlemantoya Kurdistanê kir. 
Serok Bafil Celal Talebanî, rola dîrokî û jîriya Fraksiyona YNKê giranbuha nirxand û teqez li ser piştgiriya temam a YNKê ji bo Seroka Parlemantoya Kurdistanê kir ku di civîna dawî a Parlemantoya Kurdistanê de piştgirêdan bi peyrewa navxwe a parlemantoyê, rê li pêşiya karekî yasaşikêniyê girt û îradeya gel biser xist û şikoya parlemantoyê parast.
Serokê YNKê, got: “Helwestê wê yê duhî ji bo serxistina ezmûna demokrasiya Herêma Kurdistanê, hevîna şanaziya YNKê, dilsozên gel û dostên demokrasiyê bû ku daxwaza lidarxistina hilbijartinekî paqij di dema xwe a diyarkirî de dikin û lîstok bi çarenivîs û dengê xelkê re neyêkirin”.
Serok Bafil Celal Talebanî, got: “YNK ji destpêka durustbûna arişeyên siyasî û yasayî ve li ser pirsa hilbijartinê, bi berpirsyariyek mezin kar ji bo lihevkirin û rêkevtinê kiriye û gavên pêwîst hatine avêtin di nêvbera hemû aliyên siyasî de ku yasaya hilbijartinê bê sererastkirin û hevterîb Komisyona Hilbijartinê bê aktîfkirin. Dûr ji xwesepandinê xwastên civakê bên cîbicîkirin û kursiyên kota ji bo yekalîkirina pirsên çarenivîssaz neyên bikaranîn; wek ewa me dûhî dît û mixabin ewa nedibû rû bide, rû da”.
“Me ji destpêkê ve daxwaz kiriye ku pêkhate bila nûneratiya xwe ya rasteqîne bikin û di hevrikiyên siyasî û partiyî de neyên bikaranîn”.
Serok Bafil Celal Talebanî, daxwaz ji parlemanterên YNKê kir ku herdem berevaniyê li mafên xelkê bikin û rê neden saziyên rewa û yasayî ji bo berjewendiyên hizbî bên bikaranîn û serfiraziya saziyên niştimanî bên lekedarkirin. 
Serokê YNKê, geşbîniya xwe nîşanda ku bi piştgiriya gel û welêt  dê vê rewşê jî li paş xwe bihêlin û bang li hemû aliyan kir ku bi hestiyarî serederiyê ligel vê qonaxê bikin û teqez kir ku divê pêkanîna berjewendiyên niştimanî erkê destpêkê be.
Serokê YNKê, got: “Ligel durustbûna vê arîşeyê li parlemantoyê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser baweriyên xwe yên neguher rijde û deriyê wê ji bo hemû gotûbêj û lihevtêgîhiştinê vekiriye ku arman jê çareserkirina arîşeyan û lidarxistina hilbijartinekî zelal be di dema xwe de”.
Puknow
MMS  

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî