Bi bêbeşdariya bihêz û şêwiriya YNKê çi proseyek li İraqê û li Kurdistanê ser nagr e
2023-05-31 21:28     182 Car hatiye dîtin      Şîrove
Pîrozbahiya Polîtburoya YNKê ji bo bîranîna salvegera damezrandina YNKê û vêxistina agirê Şoreşa Nû
Çîn û texên Civaka Kurdistanê!
Kesûkarên serbilind yên şehîdên Şoreşa Nû û karwanê berdewam yê qurbanîdanê yê berdewam!
Hevalên têkoşer yên di nêv refên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de!
Bîranîna 48hemîn salvegera damezrandina YNKya me û 47hemîn salroja destpêbûna Şoreşa Nû li we pîroz be û avabûna we bi xweşî û şadî derbaz bibe.
Yekîtiya Niştianiya Kurdistan (YNK) di şertûmercên paş şikestê de tarîkî belav kir û hêviya ronahiya rojê bi gelê me bexşî. Bihezaran şehîd di vê hevraz û sernişivê de bexşî, ligel dijwariya rê, ligel enfal û kîmyabaranê, têkdana demografî û asîmilasyonê, dest ji rêya xwe berneda. Ji bo cara yekem di dîroka partiyên Kurd de xebatê gîhandiye gupika Serhildana Rizgariyê, gîhandiye yekemîn hilbijartin û pêkanîna hikumraniya îrade û îdareya gelê me. Ezmûnek ava kir ku bibe nêvendekî ji bo xewna Kurdistaniyê û nêvenda herifandina rejîma dîktatoriya Beasê (2003) bi rizgariya hemû Kurdistanê ve.
Ev xebata demdirêj a YNKê bi yekgirtiyî û yekarmanciya ligel hêzên Kurdistanî û İraqiyan karekî kir ku Destûra İraqa nû rewahiya demokratîk a Kurdistanê biselmîn e. Raberê Şoreşa Nû Serok Mam Celal jî bibe yekem Serok Komarê hilbijartî yê Kurd di dîroka İraqê de.
Ev xwasta xebatgeriya YNKê û kurdayetiyê bingeha saxlem a nexşerêya destûrî ji bo navçeyên qutkirî, ji bo rêkevtin û hevsengiyê li welatê federal danî bi cûrekî ligel paşekişeya çend salên raborîyê, hewlên dorpêça siyasî li ser tecrubeya me û hewlên têkdana prensîpên rêkevtin û şirîkiyê; rola YNKê di proseya siyasî a welêt û nêvendên biryarê yên li Bexdadê de bihêz û sengîne bi şahîdiya yar û neyar. Hêj bi bêbeşdariya xurt û şêwiriya YNKê, çi proseyek li İraqê û li Kurdistanê jî ser nagr e.
Bêguman, armanca ew rola sengîn herdem destkeft û yekrîziya Gelê Kurdistanê ye û xwastekî neteweyî û nerîngehekî Kurdistanî li pişt e.
Girseya serfiraz a gelê me!
YNK di warê rêkxistiniyê de ezmûnekî çawanî têkoşîna rêxistiniyê û di warê rêya xebata pêşmergetî û egîdî û çalakiyê jî de ji bo weletê me şoreşekî bêhempa bû. Di vê tevgera 48 saliyê jî de bi şanaziyê ve di destkevtên gelê me yê nêzîkî 50 salan û 32 salên hikumraniya Kurdistanê de pêşengî û rola YNKê pê ve dîyar e. YNKya raberê me Serok Mam Celal di vê astê de serbilinde li cem mezarên şehîdan.
Civaka Kurdistanê!
Wek YNKê, me gellek erk cîbicî kiriye û erkên zêdetir jî li pêşiya me ye ku divê em bihevre pêk bînin û karwanê xebatê xurt bikin. Bi taybetî îro, astengiyên li pêşiya milletê me di tengasiya demokrasî û valahiya destûrî de wiha pêwîst dike bi heman behnfirehiya Serok Mam Celal, em kar ji bo yekrîziya milletê xwe bikin.
Yekrîziyekî rastîn ku berjewendiyên bilind yên demokrasiyê û hilbijartinekî dadperwer û paqij û saziyên me yên niştimanî têrûtijî bike paş 30 salan ji hikumranî û pêgîhiştina çendîn neslên nû di komela kurdewarî de. Ji bo vê jî YNK bi giringiyek mezin temaşe pirsa yekrîzî, hilbijartinên azad û zelal dike ku nûneratiya milletê me bi nûneratiyekî rast û durust ya pekhateyan jî li xwe bigre û ji bo vê kar dike.
Lewra, hevalan!
Ligel bilindgirtina serwerî û qehremaniyan, gellekî guncawtire em bîranîna îsal bikin derfetek ji bo erkên qonaxa nû di çaksaziyên rastîn de. Em bikin bûneyek ji bo xwerêkxistin û aşkirina girseyê ku çavkaniya hêza serkevtina YNKê ye di rêya armancên xwe yên dûr “Aştî, demokrasî, mafê mirov û diyarkirina çarenivîsê” de.
Bila em bîranîna YNKê bikin cejna lihevxweşbûnê û bi vê jî giyanên şehidên xwe asûde bikin. Bikin derfet ji bo rêzgirtin li têkoşerên dêrîn û coşdana beşdariya berfirehtir ya keç û kurên roja dawiyê ku siberoj ji bo wanaye û her ji bo wan jî tê rengrêjkirin. Çunkî tevgera bûyeran ji bo me hemûyan derxist ku niha jî erkê giran yê pêşkêşkirina xizmetê bi Civaka Kurndistanê û li İraqê jî her bi YNKê dibe; çunkî “YNK bazûyê bihêz ya têkoşîniyê ji bo siberoja Kurdistanê”.
Carekî din ev bîranîn pîroz be.
Slav û rêz ji bo ruhên pak yên şehîdan.
Slav li Pêşmerge, rêkxistinan, zindaniyên dêrîn, li hemû palawanên bajar û gundên kurdewariye ku ev avahiya bilind a têkoşîne ava kir in.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
01-06-2023
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir