Kongreya Pêncem a YNKê dê roja 27ê Îlonê bê lidarxist in
2023-08-20 18:29     275 Car hatiye dîtin      Şîrove
“Kerkûk ku bêşeke ji laşê YNKê dê wek Qudsa Kurdistanê bimîne”
Polîtburaya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (20-08-2023), li bajarê Kerkûkê bi serpereştiya Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî civiya.
Destpêka civînê de Serokê YNKê ronahî xist ser hemû arîşeyên siyasî û got: “YNK liser xeta niştimanî û Kurdistanî ji bo berevanîkirina li Civaka Kurdistanê berdewam e. Herwiha, cûdakirina dosyeya hevrikiyên siyasî ya aliyanû nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê karê me yê serekeye û jiyan debara xelkê me li cem YNKê xeta sore û bi hemû avayekî berevaniyê lêdikin”.
Serok Bafil Celal Talebanî bi dilxweşî peywendiyên gêşbûyî yên YNKê liser astê Kurdistan, İraq û nêvdewletî nirxand û teqez li ser parastina wan prensîpên giring kir û ragihand; stratejiya wan ya neguher di xizmeta gelê Kurd de ye û Kerkûk ku bêşeke ji laşê YNKê dê wek Qudsa Kurdistanê bimîne û giyanê bihevrejiyanê diparêz in.
Civîn ku li baregeha Polîtburoya YNKê ya li Kerkûkê hate sazkirin; bihûrgilî gotûbêj liser mijarên siyasî, karê rêkxistiniyê û organan û lidarxistina Kongreya Pêncem hate kirin, wek parên hizbî, demokrasî bi armanca xurtkirina moralê YNKyî bûne. Biryar jî hate dayîn Kongreya Pêncem a YNKê roja 27-09-2023 bê lidarxistin.
Her di berdewamiya civînê de çendîn pirsên peywendîdar bi rewşa giştî a welêt ve hatin nirxandin û biryarên pêwîst û niştimanî liser hate dayîn.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir