Qubad Talebanî û Hakan Fîdan gotûbêj liser çend mijarên giring kirin
2023-08-24 23:15     130 Car hatiye dîtin      Şîrove
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Turkiyê civiyan
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, îro (24-08-2023), li Hewlêrê, pêşwaziya Wezîrê Karên Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan kir.
Peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistanê û Turkiyê û çareserkirina arîşeya Balafirxaneya Nêvdewletî a Silêmanî, mijarên serekê yên civîna nêvbera herdu aliyan bû. Herdu alî, hevra bûn liser giringiya bihêzkirina peywendiyan di warên cûda de bi taybetî jî di warê bazirganiyê de.
Pirsgirêkên nêvbera Herêma Kurdistanê û Bexdadê jî hate nirxandin; bi rêya gotûbêj û danûstanê çareserkirina pirsgirêkan bigiring hate zanîn. Qubad Talebanî di axavta xwe de serinc kişand ser wê yekê ku ligel pesendkirina budceyê, hêj arîşaya şandina para Herêma Kurdistanê nehatiye çareserkirin û got: “Jihevdûrbûn û nebûna yekgirtiyiya nêvbera aliyên Kurdistanî, bandora xwe li çaresernekirina arîşeyên nêvbera Herêma Kurdistan û Bexdadê kiriye bi taybetî jî li pirsa budce yê”.
Di hevdîtinê de behsa çawanî têkoşîna dijî belavbûna bazirganiya maddeyê hoşberiyê jî hate kirin. Herdu aliyan bi pêwîst zanîn ku hemahengî û hevkariya zêdetir di nêvbera aliyên peywendîdar yên nêvbera herdu aliyan de hebe bi armanca nehiştina wê diyarde yê.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir