YNK parastina berjewendiyên giştî û aştiyê li Kerkûkê giranbuha dizan e
2023-09-02 20:53     149 Car hatiye dîtin      Şîrove
Polîtburoya YNKê liser aloziyên li Kerkûkê daxuyaniyek nivîskî weşand
Beyannameya Polîtburoya YNKê liser aloziya li Kerkûkê
Mixabin rewşa dijwar ya Kerkûkê jiber şerkirin liser baregeha hizbî û hevrikiya hêzên siyasî yên nêv Kerkûkê xurt dibe; gîhîşte pevçûn û lihevdanê, şehîd û birîndaran jî ku ew qurbaniyên xemsariya siyasî û niştimanî ne.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) sê roje liser xetêye ligel Hikûmeta İraqê ku pêwîste berpirsyariya xwe ya niştimanî û hikûmetî cîbicî bike, beriya ku aloziya heye bigihêje pevçûn û rijîna xwîna hemwelatiyên Kurd û pêkhateyan. Berevajî, dibû bi lihevtêgîhîştin ligel partî û hizbên Kerkûkê, rê nehata dayîn arîşeya baregehê mezin bibe ku bibe pirsgirêkekî mezin li bajêr.
Niha jî dema wê yekê ye, Serokwezîr ku Fermandarê Giştî yê Artêşa İraqê jî ye, rasterast bê nêv meseleyê û ligel hikûmeta xwecîhî ya bajêr, artêş û hêzên Heşdî Şebî, dawî li vê arîşeyê bînin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û girseya Kerkûkê jiber berjewendiyên giştî û parastina aştiyê, aramiya xwe parastî ye. Em çaverê wê yekê ji hikûmet û aliyên din yên Kerkûkê dikin ku berpirsyariya xwe cîbicî bikin.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
02/09/2023
Puknow
MMS
Babetên zêdetir