Divê tawanbarên şehîdên Kerkûkê radestê dadgehê bênkirin û bên cezakirin
2023-09-03 20:57     88 Car hatiye dîtin      Şîrove
Polîtburaya YNKê hevparê xema kesûkarên serbilind yên her çar şêhîden Kerkûke ye
Kesûkarên serbilind yên şehîdên destê naheqiyê; Hawkar, Semed, Husên û Heval!
Ji kûrahiya dil, em xemgînî û dilgiraniya xwe bi we kesûkarên dilsoz û emekdarên bajarê Kerkûkê radigihînin ku carekî din destê reş yê naheq û rikdaran xwîna çar cîwanên me rijandin. Di demekê de ku ew genc bê çek bi armanca bidestxistina mafên xwe nerazîbûn nîşan dabûn; lê bi awayekî gellekî hovî û dijminatiya dijî bihevrejiyanê bi gulle hatin bersivdan.
Ligel hevxemiya xwe ji bo vê naxweşiyê, em hemû aliyekî dilniya dikin bi rêya yasayî ve divê tawanbarên şehîdkirina wan her çar gencên me bên cezakirin û em li xwîna wan ya bi naheq hatiye rijandin xweş nabin.
Hêviya bilez başbûnê ji bo birîndaran dixwazin û hemû rê û pêwîstiyên ji bo tedaviyê digrin stuyê xwe.
Ji Yezdanê Mezin daxwaz dikin sebr û aramiyê bibexşe bi we serbilindan û giyanê pak yên şehîdan jî bi bihişta berîn şad bike.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
MMS
Babetên zêdetir