Destdirêjkirin ji bo îstîkrara Kerkûkê xeta sore û nabe jiyan û çarenivîsa Kerkûkiyan têkel bi hevrikiyên siyasî bêkirin

  2023-09-05 00:06      90 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê İraqê rewşa Kerkûke nirxand in

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, duhî (04-09-2023), li Debaşan li Silêmaniyê, pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê İraqê Qasim Exrecî kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj liser rewşa ewlehiya welêt, bûyerên Kerkûkê û hemahengiya nêvbera hêzên ewlehiyê hate kirin. Yekxistina hewlên serbazî û îstîxbaratê bi armanca parastina asayîş û îstîkrara welêt giranbuha hate zanîn.
Serok Bafil Celal Talebanî, bûyerên bêdil yên Kerkûkê û xurtkirina hemahengiyên nêvbera hezên Herêma Kurdistanê û İraqê nirxand û got: “Yên li Kerkûkê rû dan ji bo me hevîna xemgîniyekî kûre û pêwîstbû biberpirsyarîtir serederî ligel rewşê bihata kirin. Rijtina xwîna gencên Kurd cîhê qebûl nîne û divê bilez cezayên yasayî biser tawanbaran de bê sepandin”.
“Parastina tebayî û bihevrejiyanê li Kerkûkê erkê me hemuyane û divê em hemû pêbendin bi wê. Destdirêjkirin ji bo îstîkrara Kerkûkê xeta sore û bi çi awayekî em rê nadin jiyan û çarenivîsa Kerkûkiyan bê qurbanîkirina hevrikiyên aliyên siyasî”.
Derbarê hemahengiya nêvbera hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û İraqê de Serokê YNKê, wiha axivî: “Hemû hewlên me bi armanca pêkanîna jiyanekî arame ji bo hemwelatiyan. Arîkariya nêvbera hêzên me jî faktera pêkanîna wê armanca bilinde û em piştgiriya wê dikin”.
Di hevdîtinê de Serpereştê Ofîsa Sekreteriya Serok Mam Celal Qubad Talebanî, Serokê Ajansa Paraştin û Zanyarî / Zanyarî  Celal Şêx Nacî, Serokê Dezheha Ewlehiya Herêma Kurdistanê Hîwa Ehmed jî amade bûn.
Puknow
MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî