YNK bi îradeyekî bihez û serbixwe berdewamiyê bi siyaseta hevseng û hekîmane ya Serok Mam Celal dide

  2023-09-10 19:42      94 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Serokê Parlemantoya Îranê hevdîtinekî pêk anîn

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (10-09-2023), li Tehranê, ligel Serokê Parlemantoya Îranê Mihemed Baqir Qallibaf civiya. 
Herdu aliyan, xurtkirina peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistanê bi taybetî YNKê û Komara Îslamî a Îranê giranbuha hate nirxandin û gotûbêj liser berfirehkirina alûverên bazirganî, parastina asayîş û hemahengiya kulturî hate  kirin.
Di destpêka civînê de Serokê Parlemantoya Îranê, rola Serok Mam  Celal di avakirina İraqa nû û parastina tebayî û bihevrejiyana nêvbera netewe û pêkhateyên cûda de giranbuha nirxand û got: “Bîranîna Serok Mam Celal herdem dê zindî bimînine û niha jî YNK bi heman giyanê berdewamiyê bi wê siyaseta tendurist dide ku bêguman hêzekî bibandore û rolekî giring di serxistina proseya siyasî ya İraqê de digerîn e. 
Di berdewamiya hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de serinc kişand ser parastina îstîkrar û asayîşa welatên derdorê û got: “Hewl ji bo çareserkirina arîşeyan û zalbûna biser astengiyan ve berdewamin. Ez hêvîdarim, em hemû bi armanca parastina berjewendiyên bilind de gavê biavêjin û parastina aramî û ewlehiyê Rojhilata Navîn karê me yê pêşîn be”. 
Derbarê rewşa nêvxwe YNKê û peywendiyên wê bi Bexdad û welatên cîranre de Serok Bafil Celal Talebanî wiha axivî: “YNK bi îradeyekî bihez û serbixwe berdewamiyê bi siyaseta hevseng û hekîmane yê Serok Mam Celal dide û em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin”.
“Em wiha bawer dikin ku em dikarin bi dostên xwe re di nêv hemahengiyek temam de bin û bihevre bi armanca pêkanîna berjewendiyên bilind gavê biavêjin, peywendiyên me yên bi Şîa û Komara Îslamî a İranê re her di vê çarçoveyê de ye”.
Biryarderê Desteya Kargêrî ya Polîtburoyê Refet Ebdulla, endamê Desteya Kargerî ya Polîtburoyê Derbaz Kosret Resûl, endamê Polîtburoya YNKê Îmad Ehmed û Serokê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê Hîwa Ehmed jî di civînê de amade bûn.
Puknow
MMS 
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî