Armanca YNKê pekanîna îstîkrar û bihevrejiyanêye li dever ê
2023-09-11 19:17     106 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê civiyan
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan, îro (11-09-2023), li Tehranê civiyan.
Di civînê de teqez liser pêşxistina geşepêdan û pêşxistina pewendiyên dostane, berfirehkirina arîkariyên nêvbera Herêma Kurdistan, İraq û Komara Îslamî a Îranê hate kirin ku xizmeta pêkanîna berjewendiyên bilind û parastina îstîkrara welatên deverê bike.
Serok Bafil Celal Talebanî nerîna YNKê derbarê guherînên dawîn yên siyasî yên li welatên deverê de anî zimên û got: “Armanca me pekanîna îstîkrar û bihevrejiyanêye li dever ê. Ji bo vê jî bi hemû awayekî em piştgiriya gotûbêj û lihevtêgîhîştina berpirsane dikin. Baweriya me jî ewe, ev tekane rêye ji bo zalbûn biser arîşeyan û gîhîştin bi armancên niştimanî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan jî di axavta xwe de serinc kişand ser siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal û û wiha axivî: “Ew serkirdeyek bû hemû deng û rengên cûda kom dikir. Bandora wî di avakirina İraqa nû de nayê jibîrkirin û em hewlên wî giranbuha dinirxînin”.
Xurtkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên nêvbera Herêma Kurdistan, İraq û Îranê mijarekî din yê civînê bû. Herdu alî liser berfirehkirina arîkarî û alûvêra bazirganiyê hevra bûn.
Biryarderê Desteya Kargêrî ya Polîtburoyê Refet Ebdulla, endamê Desteya Kargerî ya Polîtburoyê Derbaz Kosret Resûl, endamê Polîtburoya YNKê Îmad Ehmed û Serokê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê Hîwa Ehmed jî di civînê de amade bûn.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir