Divê bilêz çareseriya bingehîn ji bo arîşeyan bê dîtin

  2023-09-12 23:40      167 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî û Balyozê Komara Îslamî a Îranê civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (12-09-2023), li Debaşan li Silêmaniyê, pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî a Îranê yê li Bexdadê Mihemed Kazim Al Sadiqiyan kir.
Herdu aliyan, gotûbêj liser pêşxistina peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî a Îranê û guherînên li deverê kirin. Yekxistina hewlan bi armanca çareserkirina arîşeyan jî giranbuha nirxand in. 
Serok Bafil Celal Talebanî serinc kişand ser hewlên YNKê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên nêvbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û got: “Hewlên me ji bo derbazbûn ji rewşê berdewame û hêviya me ewe ku bilez çareseriya bingehîn ji bo pirsgirêkan bê dîtin”.
Geşepêdana peywendiyên dîrokî yên nêvbera Herêma Kurdistan û Îranê û zêdekirina alûvêra bazirganiyê mijarekî din yê civînê bû; herdu alî hevra bûn ku gavên bên avêtin di berjewendiya herdu aliyan de bin. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî