YNK piştgirî û piştivaniyê dide bi rêya aştiyê çareserkirina pirsgirêkan

  2023-09-13 19:46      131 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Balyozê Sûriyê yê li İraqê kir

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (13-09-2023), li Mala Mam li Bexdadê, pêşwaziya Balyozê Sûriyê yê li İraqê Setam Cedan Eldindih kir. 
Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dîrokî yên nêvbera YNK, Herêma Kurdistan û Sûriyê giranbuha hate nirxandin. 
Herdu aliyan, gotûbêj liser rewşa giştî ya İraq û deverê, berdewamiya hewlan ji bo çareserkirina arîşeyan û parastina îstîkrarê kirin. 
Derbarê parastina îstîkrara deverê û gavên dijî terorê de Serok Bafil Celal Talebanî, got: “Berfirekirina hemahengiyên serbazî û îstîxbaratî fakterekî giring ya serkevtinêye ji bo parastina asayîş, aramî û têkoşîna dijî paşmayên terorîstan”.
Serokê YNKê liser rewşa Sûriye û guherînên dawîn yên siyasî, wiha axivî: “Bi rêya aştiyê çareserkirina arîşeyan û vegera ji bo gotûbêj û lihevtêgîhîtinê, tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan û zalbûneyê bi ser astengiyan ve. Ji bo pêkhatina wan armancan jî emê hevkar û piştivan bin”. 
Beraberî de Balyozê Sûriyê yê li İraqê di axavta xwe de rol û pêgeha Serok Mam Celal di danîna bingeha peywendiya dîrokî ya nêvbera Sûriyê û Herêma Kurdistanê de giranbuha nirxand û axavta xwe wiha domand: “Em hewlên Serok Mam Celal jibîr nakin û bi rêzdariyê bibîr tînin. Bêguman, divê em liser heman rêya Serok Mam Celal gavê biavêjin û peywendiyên xwe berfirehtir û hemahengiyên xwe zêdetir bikin”.
Puknow
MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî