Parastina statuya Herêma Kurdistanê û bihêzmayîna wê girêdayî yekgirtiyî û yekhelwestiya aliyan e

  2023-09-13 21:01      113 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê û Balyoza Amerîka ya li İraqê li Bexdadê hevdîtinekî pêk anîn

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (13-09-2023), li Mala Mam li Bexdadê, pêşwaziya Balyoza Amerîka ya li İraqê Elîna Romanoskî kir. 
Herdu aliyan, gotûbêj liser rewşa dawî ya siyasî, aborî, ewlehî û arîşeyên nêvbera Hewlêr û Bexdadê kirin. Çareseriya destûrî û siyasî ji bo pirsgirêkan giranbuha zanîn ku bersivderê xwastên hemû aliyekî be û îstîkrara deverê parastî be. 
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî, xemxweriya YNKê ji bo çareserkirina pirsgirêkên nêvbera Hewlêr û Bexdadê anî zimên û axavta xwe wiha domand: “Nabe debara xelkê û parên wê yên darayî bi mijarên siyasî ve bê girêdan; çunkî jiyana xelkê me ji wê gellekî mezintire ku bikin qurbaniya hevrikiyên siyasî û em hemû gavekî jî ji bo dawîanîna bi ew rewşa nayê xwestin diavêjin”.
“Parastina aramiya deverê erkê me hemuyane û divê bi berpirsyarî serederî ligel rewşê bêkirin. Eger em biser astengiyan de zal nebin û em hemû bi armanca siberojekî geştir tênekoşin, çi îstîkrarek jî durust nabe”. 
Bi giştî rewşa Herêma Kurdistanê û Pirsa Hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê mijarên din yên hevdîtinê bûn. Liser van mijaran Serok Bafil Celal Talebanî, wiha axivî: “Divê kodengiya hemû aliyan liser mijarên niştimanî hebe û em hemû hewlên jiderveyî vê îradeyê napejirîn in. Nerîna me ewe, parastina statuya Herêma Kurdistanê û bihêzmayîna me girêdayî bi yekgirtiyî û yekhelwestiya me ye û ji bo vê jî hewlên me didomin”.
Puknow
MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî