Polîtburaya YNKê bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî civiya

  2023-09-16 19:23      97 Car hatiye dîtin        Şîrove
Amadekariyên ji bo lidarxistina kongreya pêncem a YNKê hatin nirxand in

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (16-09-2023), serpereştiya civîna Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Di civînê de ku li Dabaşanê birêve çû, bi hûrgilî gotûbêj liser pêşhatên dawî yên li Kurdistan, Iraq û navçeyê, bi taybetî pirsa mûçe û rewşa jiyana hemwelatiyên Kurdistanê û hewlên dawî yên  şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serdana Bexdadê û hevdîtinên ligel hikûmet û aliyên siyasî yên İraqê de hate kirin. 
Mekteba Siyasî tekez kir ku karê pêşîn yê vê qonaxê divê mûçe û jiyana hemwelatiyan be. Ji bo vê armancê jî giringe rol û hewlên YNKê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdadê bi vê arasteyê be. 
Di beşekî din civînê de behsa serdana şanda YNKê bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî ji bo Komara Îslamî ya Îranê; hevdîtinên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên dostane yên nêvbera Herêma Kurdistanê û İraqê ligel Komara Îslamî ya Îranê  hate kirin. Di dawiyê de serdan û peywendiyên herêmayetî û navdewletî yên YNKê bi erênî û avaker di berjewendiya Kurdistan û Iraqê de hate nirxandin.
Di civînê de behsa amadekariyên dawî yên kongreya pêncem a YNKê jî hate kirin û tekezî li ser pesendkirina tedbîrên peyrewkirî ji bo lidarxistina kongreya serkeftî ya 27ê Îlona 2023ê hate kirin.
Puknow
MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî