YNK li Kerkûk, Diyale, Nînowa û Selahedîne bi lîsta serbixwe û hevpeymaniyê beşdari hilbijartinê dibe
2023-09-17 00:01     98 Car hatiye dîtin      Şîrove
134 lîst beşdarî hilbijartinên Encumenên Parêzgehên İraqê dikin
Komisyona Bilind ya Serbixwe a Hilbijartinên İraqê, ragihand; 134 lîst beşdarî hilbijartinên Encumenên Parêzgehên İraqê dikin ku 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 berbijerên serbixwe li xwe digre.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parêzgeha Kerkûkê ligel Partiya Kominîst ya Kurdistanê bi hevpeymaniya “Kerkûk hêz û Îradeya me ye” bi jimareya 142 beşdariyê dike.
YNK li Parêzgeha Diyale bi lîsteya serbixwe bi jimareya 120 beşdarî dike.
YNK li Parêzgeha Nînowayê ligel Partiya Elrife hevpeymaniya “Yekîtiya Xelkê Nînowayê” bi jimareya 134 beşdarî dike.
YNK li Parêzgeha Selahedînê bi hevpeymaniya “Girseya Niştimanî” bi jimareya 226 beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan dike.
18ê Kanûna 2023ê dê hilbijartinên civatên qarêzgehan bên lidarxistin. Hilbijartin dê li parêzgehên nakokî liser; Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedînê jî birêve biçin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir