YNK yekrîzî û yekhelwestiya aliyên Kurdistanî ji bo rûbirûbûna metirsiyên ser Herêma Kurdistanê giranbuha dizane
2023-09-18 23:26     129 Car hatiye dîtin      Şîrove
Polîtburoya YNKê bi dijwarî êrişa bo ser Balafirxaneya Çandinî ya Erbetê şermezar dike
Erişa dujminkarî bo ser Balafirxaneya Çandinî ya Erbetê, êrişe bo ser hemû Herêma Kurdistanê û beşek ji sînorê Komara İraq a Federal.
Kiryara pir ji tawan û dujminkarî ya îro bo ser Balafirxaneya Çandinî a Erbetê, sînor bezandina Herêma Kurdistanê û cîbicîkirina ew pîlana dijî mirovatiyêye ku bi giştî ji bo têkdana aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê ye û bi taybetî ji bo sînorê Silêmaniyê hatiye darijtin.
Em ligel bitûndî şermezarkirina wê tawanê, teqezî li pêwîstiya yekrîzî û yekhelwestiya aliyên Kurdistanî dikin ji bo rûbirûbûna metirsiyên ser Herêma me. Êrişên bi vî cûrî yên dujminkariyê bo ser her bistekî Herêma Kurdistanê, bi êrişkirina bo ser beşekî ji cografiyaya İraqê dizanin. Êrişkirina her yekeyekî hêzên Herêma Kurdistanê ku ji pêkhateya hêzên çekdar yên İraqê û di destûra herdemî de bi resmî hatibe nasandin, tê wateya êrişkirina ser sîstema berevaniya ewlehî û serbazî ya İraqê. Lewre carekî din daxwazê ji Hikûmeta İraqa Federal dikin ku êdî neba di astê van êrişên tirsinak û dujminkarî yên dagirkeran de bêdengiyê hilbijêrin û dilê dujminan bi welatê me xweş bikin.
Ji bo xurtkirina siyasî, dîplomasî û şermezarkirina vê êrişê, bang li Civaka Nêvdewletî û navendên azadixwazî yên Dinyayê dikin ku hevdengê me bin di gîhandina peyamê şermezarkirina tawanên bi vî cûrî û kirdarên wê ku li ser hemû mirovatiyê bûne gef û metirsî.
Em hevxemî û dilgiraniya xwe araste malbat û kesûkarên şehîdan dikin ku ji bo berevanî û parastina aramî û îstîkrara Herêma Kurdistanê giyanê xwe bexşîn. Hêviya bilez başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazin.
Jarî ji bo êrişkarên bo ser welatê me.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
MMS
Babetên zêdetir