UNAMI êrişa bo ser Balafirxaneya Erbetê şermezar dike
2023-09-19 14:46     98 Car hatiye dîtin      Şîrove
Divê pirsgirêkên ewlehiyê bi rêya diyalog û diplomasiyê bên çareserkirin
Nûnera Neteweyên Yekgirtî ji bo Alîkariya İraqê (UNAMI) bi beyannameyekê êrişa bo ser Balafirxaneya Erbetê şermezar kir û daxwaz dike binpêkariyên berdewam bo ser serweriya İraqê bên rawestandin.
UNAMI êrişa bo ser Balafirxenaya Erbetê li Parêzgeha Silêmaniyê şermezar dike ku bûye sedema şehîdbûn û birîndarketine hejmarek welatiyan.
Di beyannameyê de hatiye ragihandin; pêwîste ew êriş bên rawestandin ku bi awayekî berdewam serweriya İraqê binpê dikin. Herwiha, hatiye teqezkirin ku divê pirsgirêkên ewlehiyê bi rêya diyalog û dîplomasiyê bên çareserkirin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir