Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar yên İraqê êrişa ser Balafirxaneya Erbetê şermezar dike
2023-09-19 15:13     99 Car hatiye dîtin      Şîrove
İraq bi mafê xwe dizane sînorekî ji bo wan binpêkariyan dayne
Roja Duşemiyê (18-09-2023) û di demjimêr 17:00ê de, dronekî Turkiya hat nêv sînorê asmanî yê İraqê û Balafirxaneya Erbetê li Parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Di encam de sê kes ji zilamên Dezgeha Dijeterorê şehîd bûn û sê kesên din jî birîndar ketin.
Ev karê dujminkariyê binpêkirina serwerî û asayîşa İraq û selametiya xaka wê ye. Herwiha, gefeke liser aştî û asayişa deverê û Dinya yê; binpekirina yasayên nêvdewletî û prensîp û bingehên mîsaqê Neteweyên Yekgirtî (NY) jî ye.
Ew destdirêjiyên berdewam, ligel bingeha peywendiyên cînartiya baş ya nêvbera welatan naguncin û gefe liser hewlên İraqê yên ji bo avakirina peywendiyekî siyasî û aboriyekî baş û hevseng bi cînaran re.
İraq bi mafê xwe dizane sînorekî ji bo wan binpêkariyan dayne.
Nemirî û serbilindî ji bo şehîdan, şîfaya bilez jî ji bo birîndaran dixwazin.
Peyivdarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar yên İraqê
Lîwayê Hêza Taybet
Yehya Resûl Ebdulla
Puknow
MMS
Babetên zêdetir