22. Festîvala Nêvdewletî a Gelewêj dest pê dike

  2019-04-17 16:09      443 Car hatiye dîtin        Şîrove
Festîvala Nêvdewletî Gelawêj sibê li Silêmanî dest pê dike

Sibê (18-04-2019), 22’mîn Festîvala Nêvdewletî a Gelawêj, li paytexta rewşenbîrî Silêmanî, bi beşdariya nivîskar û rewşenbîrên Kurd û bîyanî, dest pê dike. 
“Rexneyê azad rêxweşkerê pêşkevtinê ye” diruşma 22’mîn xula Festîvala Gelawêj e. 
Wek festîvalên raborî ku herdem derfet rexsandiye ji bo rexneyê azad, gotûbêjên netewan û rûberêk berfireh ji bo bîrkirin ê; armanca 22’mîn festîvalê jî grîngî dane bi azadiya nivîs, lêkolîn, edebiyat û gotûbêj ê ye. 
Rêveberên Festîvalê ku salanê mijaran desnîşan dike, di xula îsal de “nivîsîna bîranînê (otobiyografî) di nêvbera wêje û dîrokê de” diyar kiriye û di rojên lêkolînên erebî û farîsî de dê bên pêşkêşkirin. 
Naverokên wan lêkolînên ku îsal ji bo festîvalê hatine hilbijartin jî ji enfal, muzîka kurdî, şano, bîranîn, edebiyat û bîrdoziye (îdolojiye), pêk tên.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî