Pirtûka Ramanî Mam bi merasîmekê hat nasandin
2018-01-08 00:56     573 Car hatiye dîtin      Şîrove
Arşîv - Serok Mam Celal
Pirtûka “Ramanî Mam” roja Yekşemiyê (07-01-2017) li hola Kurdistanî Niwê li baregeha Mekteba Ragihandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) li Silêmanî, bi merasîmekê hat nasandin.
Jimareyek nivîskar û rojnamevanan, beşdarî merasîma nasandina pirtûka “Ramanî Mam” kirin ku ji hevpeyvîneke 360 deqiqeyî pêk hatiye.
“Ramanî Mam” ji hevpeyvînên Homer Şêxmûs pêk hatiye ku di salên 1988 û 1990’ê de bi Serok Mam Celal re kiriye.
Di pirtûkê de nerîn û nirxandinên Serok Mam Celal yên di derbarê; dewlet, dewletbûn û pirsên rûbirû wan bûne û rê li ber durustbûnê girtiye, cîh digre. Herwiha, Mam Celal bi hûrgilî behsa têza durustbûna dewletê kiriye.
puknow
Babetên zêdetir